HSD: DAIŞ ji Tebqayê venekişiye

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, piştî rêkeftinekê di navbera HSD û DAIŞê de, çekdarên DAIŞê ji bajarê Tebqayê vekişiya ye. HSDê jî red ku DAIŞ ji Tebqayê vekişiya be.

04.05.2017, Per - 19:18

HSD: DAIŞ ji Tebqayê venekişiye
Nuçe Belav bike

Berpirsê Nivîsgeha Ragihandina HSDê Ehmed Mehemed ji K24ê re red kirk u DAIŞ ji Tebqayê vekişiya be û ragihand, nûçeya ku dibêje DAIŞ piştî rêkeftinekê ligel HSDê ji bajarê Tebqayê vekişand ne rast e.

Ehmed Mehemed amaje bi wê yekê kir jî, hîn şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û çEekarên DAIŞê de li taxa Yekem, Duyem û Sêyem ya bajarê nû ya Tebqayê de berdewam e.

Operasyona kontrolkirina bajarê Tebqayê ji 21 Adara borî ji aliyê HSDê ve destpê kiriye û roja 15 Nîsanê karî derbasî nava taxên Tebqayê bibe. Roja 1 Gulanê jî HSDê bajara Tebqayê ya kevin kontrol kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1539 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:11:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x