HSD: Piraniya bajarê Reqayê hate kontrolkirin

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê didome. Fermandarên li qada şer ên HSDê diyar dikin, ku wan niha piraniya bajarê Reqayê ji destê DAIŞê rizgar kirine.

09.07.2017, Paz - 07:36

HSD: Piraniya bajarê Reqayê hate kontrolkirin
Nuçe Belav bike

Ji fermandarên HSDê Tamir Elhisên aşkere kir, ku ew niha li çarrêyana Basilê ne û di navbera wan û hevalan de ji aliyê bakurê rojhilat ve tenê 300 metre maye û got: “Piştre emê DAIŞê di nava Reqayê de bi tevahî dorpêç bikin, morala me gelek bilind e, çekdarên DAIŞê niha tenê otomobîlên bombekirî bi kar tînin, ji niha heta dawiya vê mehê, dê bajarê Reqayê bi tevahî were kontrolkirin, tenê ji 10 heta 20an ji bajarê Reqayê di destê DAIŞê de maye.”

HSD di pêşveçûna xwe de, di nava bajarê Reqayê de çarêyana El Mezarih ku di navbera herdû taxên El Berîd û El Rûmaniyê de ye kontrol kirine. Di heman demê de şer li taxên El Nehde û Hittînê di navbera HSD û DAIŞê de berdewam dike. Şervanên HSDê gelek sivîlên Reqayê ji destê DAIŞê rizgar kirine, ku DAIŞê dest bi şewitandina xelkê kiriye.

Welatiyekî bi navê Silêman El Nihêmî jî destnîşan kir: “DAIŞ dest bi şewitandina xelkê kiriye, kesê ku ne bi wan re be, jêre dibêjin “murted”, yan ewê yek sîxuriyê ji wan re bike, yan dê çekê wan hilgire, fermana derkirina xelkê ji bo mertalên şer li ser xelkê sepandin. Di nava xaniyekî de sê malbat şewitandin.”

Li gorî fermandarên qada şer ên HSDê di nava bajarê Reqayê de, çekdarên DAIŞê destpêşxeriya şer ji dest dane. Tenê ew otomobîlên bombekirî li dijî şervanên HSDê bi kar tînin. Li gorî fermandarên HSDê ew tenê li pey çekdarên DAIŞê ketine û di demeke nêzîk de dê HSD bajarê Reqayê kontrol bike.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1574 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:11:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x