HSDê riya revînê ya DAIŞê li Reqayê kontrol kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dawî riya revînê ya DAIŞê li Reqayê kontrol kir û riya derbasbûna çekdarên wê rêxistina terorê girt.

30.06.2017, Cum - 06:27

HSDê riya revînê ya DAIŞê li Reqayê kontrol kir
Nuçe Belav bike

HSDê ku ji roja 6 Hezîranê ve dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê kir, niha ji aliyan ve dorpêç kiriye.

Berê jî HSDê bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, tevahiya riyên şandina hevkariyan bo çekdarên DAIŞê li Reqayê girtibûn.

Ji roja 27 Hezîranê ve HSDê û bi piştevaniya hêzeke taybet a Amerîkî, dest bi operasyonan li başûrê Reqayê kiribûn herdu gundên Xote û Kesre Efniyan li başûrê Reqayê kontrol kirin.

Ev yek di demekê de ye, ku îro televizyona fermî ya Iraqê dawîbûna xîlafeta DAIŞê li Mûsilê ragihand û dawî pêgehên wê rêxistina terorê li Mûsila Kevin hatin kontrolkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:09:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x