Hêzên Sûriyeya Demokratîk da zanîn şervanên wan di saetên sibehê de 'Tabqaya kevn' bi temamî bidest xistin e.
HSDê di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba xwe ya facebookê de ragihand ku 'Tebqaya Kevin' bi tevahî hatiye rizgarkirin û niha operasyonên paqijkirin û kontrolkirinên dewam dikin.
HSDê her wiha di daxuyaniyê de ragihand ku ji ber operasyona kontrolkirin û paqjkirinê, car car dengê guleyan ji derdora bajarî tê.