HSDê taxeke din ya Reqayê kontrol kir

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê ku HSDê dabû destpêkirin dewam dike. Hate ragihandin ku şervanên HSDê taxa Sebehiyê ku dikeve rojavayê Reqayê kontrol kirine.

10.06.2017, Cts - 06:28

HSDê taxeke din ya Reqayê kontrol kir
Nuçe Belav bike

Hate diyarkirin ku şervanên HSDê danê sibehê li aliyê rojavayê Reqayê ketine taxa Sebehiyê û di navbera şervanên HSDê û mîlîtanên DAIŞê de şerên dijwar rû dane. Li gorî agahiyan HSDê di saetên êvarê de kontrola taxê bidestxistiye.

Hate eşkerekirin ku di şer de gelek mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin, lê encameke zelal nehatin bidestxistin. Xebatên paqijkirina ji bermahiyên DAIŞê li taxê dewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1637 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x