Îlham Ehmed: Rêjîm xalên HSDê topbaran dike

Hêzên Rejîma Sûriyê bi çekên giran xalên HSDê yên li başûrê bajarokê Meskene topbaran kirin.

08.06.2017, Per - 10:03

Îlham Ehmed: Rêjîm xalên HSDê topbaran dike
Nuçe Belav bike

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed li ser hejmara xwe ya Twîtterê belav kir, Hêzên rejîma Sûriyê şeva borî hin xalên HSD`ê yên dikevin başûrê bajarokê Meskenê ya rojavayê Tebqayê topbaran kirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku, armanca rêjîma Sûriyê ji vê êrîşê ew e, operasyona Reqayê asteng bike.

Herweha hin ajansên nêzîkî HSDê jî belav kirine ku rêjîmê êrîşa xwe li başûrê bajarokê Meskene encam daye, ku ew bajarok li rojavayê Reqayê dikeve, bê ku ziyanyên wê êrîşê aşkere bikin.

Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” ya rêjîma Sûriyê belav kiriye, ku wê baregehên DAIŞê li rojavayê Reqayê kiriye armanc û hejmarek ji çekdarên wê rêxistinê kuştine.

Berî çend rojan artêşa Sûriyê bajarokê Meskenê ya li rojhilata Helebê û nêzîkî parêzgeha Reqayê ye ku dawî beregeha DAIŞê li helebê bû kontrol kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1787 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:42:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x