Li Reqayê şerên dijwar diqewimin

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê ku HSDê dabû destpêkirin dewam dike. Hate ragihandin ku li 4 taxên bajêr şerên dijwar di navbera şervanên HSDê û mîlîtanên DAIŞê de fiqewimin.

17.06.2017, Cts - 08:48

Li Reqayê şerên dijwar diqewimin
Nuçe Belav bike

Li taxa El-Beyatra ya rojhilat û li taxên El-Berîd û Hitîn ên rojavayê Reqayê ji doh nîvro ve şer bi dijwarî didome. Hate diyarkirin ku di şer de heta niha 38 mlîtanên DAIŞê hatine kuştin û şervanên HSDê li rojava ketine taxa El-Qadîsiye.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin ji doh nîvro ve li taxa El-Berîdê şerên dijwar diqewimin.Di şerê navbera şervanên HSDê û mîlîtanên DAIŞê herî kêm 38 DAIŞî hatine kuştin. Herwiha mîlîtanên DAIŞê xwestin bi 2 maşîne û 2 motosikletên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan bikin. Ev êrişa DAIŞê beriya bighejin hedefa xwe hatine îmxakirin.

Hate eşkerekirin ku li heman taxê HSDê 2 kargehên çêkirina maşîneyên bombebarkirî tesbît kirine û ev kargeh hatine îmxakirin.

Hate ragihandin ku 2 şervanên HSDê di wan şeran de jiyana xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1655 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x