Li taxên rojavayê Reqa şer û pevçûnên dijwar diqewimin

Li rojavayê Reqqayê şerekî giran di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku serkêşiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de birêve diçe.

03.07.2017, Pts - 06:40

Li taxên rojavayê Reqa şer û pevçûnên dijwar diqewimin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tevahiya taxên rojavayê Reqqayê dorpêç kirine û milîtanên DAIŞê jî li taxên Diriyê, Hittîn û Yermûk êrişî ser xalên kontrol ên HSDê kir. HSD derbasî nava taxên Diriyê, Hittîn û Yermûk bûne, milîtanên DAIŞê jî li wan her sê taxan êrişî çekdarên HSDê kirin.

Hêzên koalîsyona navneteweyî jî bi rêya balafirên şer û hebûna şêwirmendên xwe yên serbazî li nava bajarê Reqqayê piştevaniya çekdarên HSDê dike. Li gorî daxuyaniya çekdarekî HSDê, çekdarên HSDê li rojavayê Reqqayê bi pêş dikevin, ber bi navenda bajêr ve diçin û rû bi rû bi milîtanên DAIŞê re şer dikin.

Şer û pevçûn li taxên rojava û başûrê bajarê Reqqayê di navbera HSD û DAIŞê de bi tundî berdewam dike, li gorî çavkaniyên herêmî milîtanên DAIŞê nikarin şerê germ bikin û ji bo pêşveçûna HSDê asteng bike wesayîtên bombebarkirî li hemberî çekdaran bikar tîne. Çekdarên HSDê dibêjin ‘milîtanên DAIŞê direvin, balafirên koalîsyonê jî wan bombebaran dikin. Em jî li pey DAIŞê tax bi tax diçin. Kolan bi kolan em li pey wan ketine, em wan ji bin erdê jî derdixin. Şer berdewam e û balafir wan bi tundî bombebaran dikin.'

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1754 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x