Piştî Reqqa stratejiyek Amerîka tune!

Li gorî nûçe analîza ku NBC'ê de hatiye weşandin tê gotin ku piştî rizgarkirina Reqqa stratejiya rêveberiya Trump ne diyare û ev jî bi xwe re rîskên nû diîne.

17.10.2017, Sal - 13:09

Piştî Reqqa stratejiyek Amerîka tune!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya televîzyona NBC ya ku spartiye jêderkên fermî, Washington di warê plana Sûriyeyê de bi hinek zehmetiyan re rû bi rû ye.

NBCyê diyar kir ku rayedarên Amerîkayê li herêmê bêyî destûrê bidin desthilatdariya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad û Îranê, li ser çawabûna paqijkirina terorîstan ji Sûriyeyê li hev nekirine û derbirî ku di warê çawabûna pêvajoya siyasî de jî lihevkirinek tune ye.

Li gorî agahiyên li ber deste jêderkên NBCyê Nûnera Daîmî ya NY Nikki Haley jî di nav de, hinek navên ji rêveberiya Donald Trump teqez dixwazin Esad dev ji peywirê berdel ê hinek rayedar jî bawer dikin ku kesê nahêle Sûriye têkeve qulika tarî, Esad e.

Gelek şêwirmedên li Koşka Spî diyar dikin ku Amerîka gava rewşa li Sûriyeyê di ber çavan re derbas dike, zede girîngiyê dide pirsgirêka Îranê û ev rewş jî dibe sedema întibayeke neyênî ku cidîyeta kêşeyê ji aliye Amerîkayê ve nayê fêmkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:21:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x