QSD: DAÎŞ bicihkirina mayînan diwxaze sivîlan bihêle Reqqa

Li bajarê Reqa'yê di navbera şervanên QSD'ê û milîtanên DAIŞ'ê de şerên dijwar diqewimin. Hate ragihandin ku DAIŞ'ê welatiyên sivîl wek mertala zindî bikar tîne.

25.08.2017, Cum - 08:47

QSD: DAÎŞ bicihkirina mayînan diwxaze sivîlan bihêle Reqqa
Nuçe Belav bike

Berpirsê Çapameniya QSD'ê Mistefa Balî ji Sputnik'ê re axivî û eşkere kir ku DAIŞ'ê li rêya ku sivîl birevin mayin bicih kirine û kesên ku dixwazin birevin jî dikuje.

Şerê di navbera şervanên QSD'ê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞ ya li bajarê Reqa'yê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Hate diyarkirin ku ji ber şer welatiyên sivîl gelek zehmetiyan dikşînin û ji ber êrişên xwekujî yên bi wesayîtên bombebarkirî û mayinên DAIŞê gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha ji ber operasyonên hewayî yên balafirên hêzên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiyê dike, gelek sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo parastina sivîlên ku ‘trajediyeke bi xwîn dijîn' yên li Reqa'yê bang li alîyên ku li bajêr şer dikin kir.

Rêxistina Efûyê di rapora xwe de cih da şahidên bûyerê ku ragihandine milîtanên DAIŞê berî reva sivîlan bigire dafikên bûbiyê ava kirine û kesên direvin jî dibin hedefa nîşangirên DAIŞê.

Berpirsê Çapamenî yê HSDê Mistefa Bali di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku, "DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertala zindî. Berî li reva sivîlan bigire teqemenî û mayin bicih dike. Gelek mayin li rêyên ku sivîl xwe rizgar bikin hatine çandin. DAIŞ sivîlên ku dixwazin birevin jî dikuje."

Ballî wiha pê de çû: "Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi 10 hezaran sivîl ji herêmên şer rizgar kirine û li cihên biewle bicih kirine. Li herêmên biewle hemû hewcedariya wan em pêk tînin. Em sivîlan radestî meclîsên sivîl dikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1620 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:33:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x