QSD'ê dîroka qedandina şerê Reqqa daxûyand

Fermandarê YPJ Newroz Ahmed ku operasyona Quwetên Sûriya Demokratîk a Reqqayê de navek rayedar tê zanîn cara yekem çapemeniyê re axaft û da zanîn ku, dinav QSD\'ê sedan 30 çekdarên kurd cih digire û şerê Reqqa heya 2 mehan wê biqede.

29.08.2017, Sal - 08:00

QSD'ê dîroka qedandina şerê Reqqa daxûyand
Nuçe Belav bike

Fermandarek payebilind ya Quwetên Sûriya Demokratîk Nowruz Ahmed derbarê Operasyona Reqqa li hember DAÎŞ\'ê de hinek daxûyanî dan.Ahmed dide zanîn ku bajêr ji destê DAÎŞ\'ê herî zêde nava 2 mehan de tê standin.Fermandarê YP\'ê dibêje ku, em benda dem dirêjiya şer nînin.

Fermandar Ahmed axaftina xwe ya Reuters\'ê de dide xuyakirin ku, pêşdîtina me ye derbarê dema qedandina şerê Reqqa\'yê de bi temamî ne diyare jiber ku şert û mercên şer hene. Lê bellê em bendewariya dirêj kirina şer nakin. Li gorî plansaziya me ji niha û pêde nava du mehan de şerê Reqqa wê biqede.

Her wiha Ahmed destnîşan dike; \"Li Reqqa li gorî texmîna me qas\'i 1000 -700 terorîst maye. Em dizanin ku DAÎŞ wê heya dawî şer bike û terorîstên li bajêr mane jî gelamperî tê êrişên xwekujî lidarbixin û ew êrişker jî bi giştî terorîstên biyanîne.\"

Her wiha Ahmed berdevamiya axaftina xwe de dide zanîn; \" Qasî zanyariyên me li bajêr navbera 5 hezar- 10 hezar sivîl mane. Ev rewş jî operasyonê giran dike.\"

Ahmed piştî qedandina şerrê Reqqa jî dide zanî ku; \"Piştî paqijkirina bajarê Reqqa tê QSD kontrolkirin û rêveberiya bajêr radestê konseya sivîl bike.Heya ji me neyê xwestin armanceke me ya mayîna Reqqa tune ye.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1593 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:03:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x