QSD: Li Reqqa pevçûn her ku diçe dijwar dibe

Hêzên Suriya demokratîk ku nîvê bajarê Reqqa xistine destê xwe, dibêje ku çeteyên DAÎŞ'ê ya tê teslîm bibin an jî tê bimirin.

10.08.2017, Per - 08:36

QSD: Li Reqqa pevçûn her ku diçe dijwar dibe
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên herêmî diragihînin ku, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxên Reqayê pêşve diçin û derbeyên giran li DAIŞê didin. Di şerê li taxa Reqaya Kevn ku dikeve rojhilatê bajêr de wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin û 5 terorîst jî hatin kuştin.

Herwiha li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik ku dikeve aliyê başûr jî di navbera HSD û DAIŞê de şer didome, heta niha 8 terorîst hatin kuştin. Di şer û pevçûnên taxa Rewda ya ku dikeve bakur rojhilatê bajêr jî şer didome û li wir jî 4 terorîst hatin kuştin.

Wekî din li eniya rojavayê bajêr di pêşveçûna şervanan a li taxên Berîd û Deriyê de jî şer derket. Di encama pevçûnan de li Berîd 5 û li Deriyê jî 4 terorîst hatin kuştin. Li gorî çavkaniyan li taxên Deriyê, Rewda û Berîdê şer û pevçûn bi dijwarî dewam dike û li taxên Reqaya Kevn û Hîşam Bin Ebdulmelik jî şerê demkî didome.

Berdevkê QSD'ê devama axaftina xwe de dibêje ku tenê armanca me ne ew e ku em bajêrê xilas bikin. Jiber ku em sivîlan jî xilasdikin pêşveçûyînên me hinek hêdiye.

DWTürkçe
Vî nûçeyê tevayî: 1572 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:04:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x