QSD: Piraniya bajarê Reqqa stand

Li gorî zanyariyên berdest QSD'ê ji Reqaya dibin dagirkeriya DAÎŞê de ye QSD'ê heya niha sedan heftê ji destê DAÎŞê rizgar kiriye.

15.09.2017, Cum - 07:40

QSD: Piraniya bajarê Reqqa stand
Nuçe Belav bike

Herwiha zanyariyên herêmî didin zanî ku li taxên navend bakurê rojhilat û rojava yên bajarê Reqqayê pevçûnên dijwar diqewimin. Tê gotin ku di encama şer û pevçûnên çend seetên dawî de 19 milîtanên terorîst ji aliyê şervanên YPGê hatin kuştin û siwareyeke leşkerî ya DAIŞê hate rûxandin.

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê di roja 100î de berdewam dike. Li gelek taxên bajêr şer û pevçûnên dijwar rû dan û û şervanên QSDê pêşveçûna xwe berdewam dikin. Pevçûn li derdora nexweşxaneya El-Wetenî û parka El-Reşîd a taxa El-Emîn bi dijwarî rû didin û herwiha hin pevçûnên din li taxên El-Hena ya navenda bajarê Reqqayê berdewam dikin. Di encama van pevçûnan de şervanên YPGê siwareyeke leşkerî ya DAIŞê li taxa El-Emîn rûxandin.

Ji aliyê din ve li taxa El-Rewda jî ya li bakurê rojhilatê bajêr û taxa El-Nehda ya li rojavayê bajêr pevçûn bi dijwarî rû didin. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di encama van pevçûnan de herî kêm 19 milîtan hatin kuştin. Pevçûn li vê taxê hêjî bi dijwarî berdewam dikin.

Her wiha Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyê ku navend London e;QSD li Reqqa bi standina taxa Suknayê bajêr sedan 70 ji DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1992 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x