QSD rizgarkirina Reqqayê ragihand

Quwetên Sûriyeya Demokrakî (QSD) ragehand, bajarê Reqayê bi temamî ji destê DAIŞ'ê hate rizgar kirin.

17.10.2017, Sal - 12:51

QSD rizgarkirina Reqqayê ragihand
Nuçe Belav bike

Berdevkê QSDê Telal Silo ragihand, hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Reqayê bi temamî kontrol kirin. Silo da zanîn ku, hêzên wan niha jî mijûlê paqij kirina mayîn û paşmayên DAIŞê ne.

Kontrolkirina bajarê Reqayê ji piştî wê yekê hat, QSDê karî yarîgeha Eswed û nexweşxana Niştimanî kontrol bike, ku dawî baregehên DAIŞ'ê li Reqayê di destê wê de mabûn.

Herwiha berî çend rojan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, li gor rêkeftinekê di navbera QSD û DAIŞê de bi sedan çekdarên DAIŞ'ê ligel malbatên xwe, xwe radestî hêzên QSD'ê kirin.

QSD'ê roja 6 Hezîrana borî bi civîneke çapemeniyê ve destpêkirina operasyona bajarê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1594 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:33:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x