QSD'ê sedan 80 Reqqa ji DAÎŞ'ê paqijkir

QSD'ê daxûyand ku operasyona paqijkirina bajarê Reqqayê de hatine asta dawî û da zan3in ku, bajêr heya niha sedan 80 ji DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin.

20.09.2017, Çar - 09:41

QSD'ê sedan 80 Reqqa ji DAÎŞ'ê paqijkir
Nuçe Belav bike

QSDê vê sibehê daxuyaniyek weşand û tê de wiha got: "Hêzên me li ser mihwera fabrîqeya şekirî ya bakurê bakurê bajarî bi pêş de çûn û bergiriyên çeteyan û mayinên wan derbas kirin ku bi vê tevgera leşkerî ya lezgîn tevahiya derdora firqeya 17an rizgar kir û erdnîgariya firqeyê elwe kir û herwiha embarên genimî yên bajarê Reqayê jî rizgar kirin."

Herwiha di daxuyaniyê de hatin gotin: "Piştî bidawîkirina rizgarkirina tax û herêmên navborî, em dikarin bibêjin ku rêjeya 80% ji bajarî hatiye rizgarkirin û hêzên me dê li ser paqijkirina mayinan berdewam bin û dê bidin dû terorîstên li qada bajarî mane ku ew jî qada şer û pevçûnan e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:17:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x