Reqa heta 3 mehan azad dibe

Berdevkê Tevgera Siberoja Sûrîyê ya muxalefetê Munzer Akbîk da xuyakirin ku tê pêşbînîkirin operasyona rizgarkirina Reqqayê ji destê DAIŞê heta 3 mehan bidawî bibe.

23.06.2017, Cum - 06:13

Reqa heta 3 mehan azad dibe
Nuçe Belav bike

Akbîk ku ji bo hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatiye Moskowê ji Spûtnîkê re axivî.

Akbîk diyar kir ku hêzên wan ên taybet di operasyona rizgarkirina Reqqayê de cî digirin û li nav bajarê Reqqayê çeperên li herêmên rojhilat kontrol kirine û got, "Bajar herî dereng di nav 3 mehan de dê azad bibe."

Berdevkê Tevgera Siberoja Sûrîyê Akbîk destnîşan kir ku hêzên wan bi hikûmeta Sûrîyê re şer nakin û niha tenê hewil didin Sûrîyê ji terorîstan paqij bikin.

Akbîk ji bo pêkanîna agirbestê pêwîstîya navbeynkarîya welatên sêyemîn ê bêlayan anî ziman û got, "Pêdivîya me bi hizrên nû heye. Wek mînak, divê em hewil bidin ku welatên mîna Endonezya ku bi temamî bêalî ne li herêmên ewlekarîya leşkerî cî bistînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1738 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:52:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x