Reûters,dîmenên karwana leşkerî a Amerîka pêşkêş kir

Rêjeya çekên giran ku Amerîkayê ji bo tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ji YPGê re şandiye nêzî 900 tirî bûye.

01.08.2017, Sal - 08:13 [ Güncellenme: 01.08.2017, Sal - 08:23 ]

Reûters,dîmenên  karwana leşkerî a Amerîka pêşkêş kir
Nuçe Belav bike

Tirên ku cebilxane û wesayîtên leşkerî barkirî bûn di Deriyê Sêmêlka yê sînorê Herêma Kurdistanê derbasî bajarê Hesekê bû. Di nava konvoyê de Hummerên bi zirx ku artêşa Amerîkayê bi kar tîne, jîpên 4x4 û vîncan jî din av de bal kişand.

Bi vê teslimata dawî ji sere meha hezîranê ve alîkariya leşkerî ya Amerîkayê ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji 800 tirî derbas bû. Amerîkayê di 5ê Hezîranê de 60, 12 Hezîranê 20, 16ê Hezîranê 50, 21 û 26ê Hezîranê bi tevahî 120, 5ê Tîrmehê 82, 9ê Tîrmehê 102, 13ê Tîrmehê 95, 17ê Tîrmehê 100, 22ê Tîrmehê 100 û di 27ê Tîrmehê de jî 80 tir çekên giran teslîmî YPGê kirin.

12 HEZAR KELEŞKOF

Li gorî nûçeya Reûters'ê; di nava lîsteya çekên ku Washîngton ji YPGê re bişîne de 12 hezar Keleşkof, 3 hezar û 500 tifingên otomatik, 3 hezar RPG-7 û hezar AT-4, 235 topên hawanê, 100 tifingên nîşangir, 450 PV-7 dûrbînên şevê û 150 dûrbînên lazeri jî cih digre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1626 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:58:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x