Rewşa dawî ya şerrê Reqqa

Operasyona Reqqa roja xwe ya 70'yanda ye. Di berdevamiya pevç3unan de pêşveçûna QSD'ê jî didome.

14.08.2017, Pts - 09:34

Rewşa dawî ya şerrê Reqqa
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatine wergirtin, taxên Mehdî û El Refqa ku li rojhilatê bajêr dikevin hatin kontrolkirin, di şer û pevçûnên taxê de 2 wesayît û motorsikletekî bombebarkirî hatin rûxandin û 17 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

Di pevçûnên taxa Kevn ku li aliyê rojhilatê bajêr dikeve yek jê fermandar 6 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin. Li gorî çavkaniyan, li taxa Rewda jî şerekî demkurt derket li wir 4 û di şerê taxa Diriyê jî 5 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

Herwiha li taxa Berîd jî pevçûnên dijwar qewimîn û li wir jî 3 terorîstên DAIŞî hatin kuştin. Tê gotin ku pevçûnên navbeyna QSD û DAÎŞ'ê li taxa El Berît berdevam dike. Li vî deverê tê gotin ku 2 wesayîtên bombebarkirî ya DAÎŞ'ê hatiye ruxandin û 4 DAÎŞ'î hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1758 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:40:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x