Şervanên HSD ji du aliyan ve derbasî Reqayê bûn

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çoçeveya oeprasyona rizgarkirina Reqayê de piştî kontrolkirina girê kelaya Hireqil ku weke deriyê rojava yê bajarê Reqa tê hejmartin, gihîştine wî bajarî û derbasî taxa Mişlebê bûne.

07.06.2017, Çar - 06:33

Şervanên HSD ji du aliyan ve derbasî Reqayê bûn
Nuçe Belav bike

Duh piştî ku Fermandariya Giştî ya HSDê destpêkirina oeprasyona rizgarkirina Reqayê ragihand, şervanên HSD ketin bajarê Reqayê û derbasî taxa Mişleb a dikeve rojhilatê bajêr bûn.

Fermandarê HSDê Felat Rojda diyar kir ku di wê taxê de şerekî giran di navbera şervanên HSD û çekdarên DAIŞê diqewime. Lê heta niha tu agahiyên berdes derbarê encamên wî şerî de nîne.

Tê zanînin, ku berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo di kogireyeke rojnamevanî de ragihandibû, ku bi awayekî fermî hêzên wan dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Reqa kirine.

Di 29ê meha 6 ya 2016an de DAIŞê bi fermî xîlafeta xwe li parêzgeha Reqayê ragihandibû.

Parêzgeha Reqayê sêyem mezintirîn parêzgeha Sûriyê ye û ji aliyê bakur wê ve, Girê Spî û Tirkiyê ne û ji aliyê rojhilat ve jî parêzgeha Hesekê û Dêrezore di sînorê wê de ne û li başûr jî parêzgeha Himsê ye, û li Rojava jî parêzgehên Heleb û Hema ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1614 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:04:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x