Viyan Dexîl: Pêwîste YPG rê nede ji revandina êzdiyan

Parlamentera kurd a êzdî li parlamentoya Iraqê daxwaz ji YPGê dike ku hêza serekî ya HSDê ye, rê nede dubare êzdî bên revandin.

12.06.2017, Pts - 13:12

Viyan Dexîl: Pêwîste YPG rê nede ji revandina êzdiyan
Nuçe Belav bike

Li gor hin zanyariyan şandeke eşîrî ya rêxistina terorîst a DAIŞê danûstandin li gel YPGê dike, ku bajarê Reqayê radestî HSDê bike û li hember vê yekê rê ji çekdarên rêxistina terorîst re bê vekirin ku bikarin ji Reqayê derkevin.

Li hember vê yekê parlamentera êzdî Viyan Dexîl bi beyanameyekî ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye rêkirin de daxwazê ji HSD û YPGê dike kar bikin bo rizgar kirina kurdên êzdî yên hatine revandin û li bajarê Reqayê ne.

Viyan Dexîl daxwaz li YPGê dike, pêkanîna rêyeke aram bo kurdên êzdî yên hatine revandin û naha li Reqayê ne, bike mercê rêkeftina xwe ya li gel DAIŞê û nehêlin çekdarên DAIŞê dubare wan li gel xwe bibin û wan êzdiyan careke din birevînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1712 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x