YPG: Li Reqayê pişta DAIŞê hat şkandin

Li bajarê Reqayê şerên dijwar di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û mîlîtanên DAIŞê de, diqewimin û HSDê heta niha nîvê bajêr kontrol kiriye. Berdevkê YPGê Nûrî Mehmud ji Sputnikê re axivî û ragihand ku kontrolkirina Reqayê gelek girîng e û pişta DAIŞê li bajêr hatiye şikandin û êdî rêxistin nikara tirsê belav bike.

18.07.2017, Sal - 15:08

YPG: Li Reqayê pişta DAIŞê hat şkandin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, hatin wergirtin şerên dijwar di navbera şervanên HSDê û terorîstên DAIŞê de diqewimin. Hate diyarkirin ku DAIŞê bi wesayîtên bombebarkirî û êrişên xwekujiyê berxwe dide.

Ji destpêka operasyona kontrolkirina Reqayê heta niha 10 tax ji rêxistina terorîst a DAIŞê hatine rizgarkirin, sedî 50 kontrola bajêr ketiye deste HSDê. Niha li 7 taxên Reqayê jî şerên dijwar diqewimin, şer herî zêde li herêma Reqaya kevn diqewimin.

Herwiha balafirên şer ên hêzên koalisyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike çeperên DAIŞê yên li bajêr bombebaran dikin.

Berdekê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di derbarê şerê li Reqayê de ji Sputnikê re axivî.

Mehmûd eşkere kir ku şerên li Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike û got: "Operasyona Reqayê pak dewam dike. Bi awayeke serkeftî dewam dike. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, gelek cihan kontrol kirin. Xeyala DAIŞê li Reqayê hat şkandin. DAIŞê êdî civakê nijare bitirsîne û gef bixwe. DAIŞê li Reqayê berbi têkçûnê ve diçe. Li Reqayê pişta rêxistina terorîst a DAIŞê hat şkandin. Ji Reqayê paqijkirina DAIŞê di mijara têkoşîna li dijî terorîzmê de bûyereke gelek girîng e. Reqa gelek girîng e. Li cihanê dê ciheke girîng bigire."

Mehmûd destnîşan kir ku DAIŞ li dijî şoreşa gelan hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Hêzên dagirker û statukocu xwestin şoreşê bi DAIŞê bifetisînin. Hesab kirin ku dikarin bidawî bikin. Şoreşê xwestin bi qetlîamên terorî hilweşînin. Rizgarkirina Reqayê, têkçûneke mezin be bo DAIŞê."

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 2148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:39:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x