Biryara dadgeha Federalî biryarek siyasiye!

Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku dibêje ‘referandûm ne qanûnî ye û li dijî Destûra Bingehîn e' nirxand.

20.11.2017, Pts - 09:29

Biryara dadgeha Federalî biryarek siyasiye!
Nuçe Belav bike

Mehmûd Osman di axaftina xwe de biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryarek siyasî nirxand û got: "Li gorî nêrîna min ev biryara dadgehê biryareke siyasî ye. Çimkî di Destûra Bingehîn a Iraqê de mijara referandûmê nehatiye nivîsandin. Destûr ne dibêje ti dikare an jî ti nikare. Destûr behsa tiştekî wiha nake. Lewma mirov dikare ji vê biryara dadgehê re bêje ev biryareke siyasî ye."

Osman di berdewamiya axaftina xwe de ji bo biryara dadgehê ku divê encamên referandûmê werin hilweşandin jî got: "Biryareke wiha nabe. Refrandûm di encama dengdayîna gel de hatiye kirin. Bi milyonan xelk deng bi kar aniye. Ti kes nikare biryara hilweşandina referandûmê bide ji bo ku xelkê bi xwe deng daye. Encex referandûmeke din were kirin û eger xelk bêje em naxwazin wê demê dibe encamên referandûmê werin betalkirin. Ji xelkê pê ve ti kes nikare encamên referandûmê betal bike. Ti selahiyeteke ku bikaribe neticeya raya gel hilweşîne tuneye."

Dadgeha Federal a Iraqê îro di daxuyaniya xwe de ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê û divê encamên referandûma serxwebûnê werin hilweşandin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:01:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x