Herêmek Serxwebûna Katalonya'yê naskir!

Serokê Meclîa Korsîkayê Jean-Guy Talamoni bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi keyfxweşî pêşwaziya “Komara Nû ya Katalonyayê” dikin.

28.10.2017, Cts - 08:31

Herêmek Serxwebûna Katalonya'yê naskir!
Nuçe Belav bike

Girava Korsîka ya bi ser Fransayê ve ragihand ew serxwebûna Katalonyayê nas dikin û piştgiriya xwe nîşan da.

Jean-Guy Talamoni wiha got: “Hevalbendiyeke dîrokî û kûr ya me bi aliyên piştgiriya serxwebûnê dikin re heye. Lê em li gorî Katalonyayê gelek paşve mane, em ji aliyê aborî û sazûmanî ve ji bo serxwebûnê ne amadene. Lê dema piştî çend salên din em gihîştin wê astê, heger gelê Korsikayê bixwaze emê wê mijarê binerxînin.”

Talamoni tundiyên hikûmeta navendî ya Ispanyayê yên li hemberê Katalonyayê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku Korsîka tenê dikare bi rêyên demokratîk û aştiyanê bigihêje serxwebûna xwe.

Parlamentoya Herêma Katalonya duh înê 27ê cotmeha 2017ê ji bo biryardana li ser ragihandina serxwebûna wê herêmê civiya û di dengdaneke nihênî de biryara serxwebûna wê herêmê da û bi awayekê yekalî serxwebûna Katalonyayê ragihand.

Ev biryara Parlamentoya Herêma Katalonya rastî berteka hikûmeta navendî ya Ispanyayê hat û hikûmeta Madridê biryar da ku hikûmeta Katalonyayê hilweşîne.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x