Iraq: Deriyên me ji diyalogê re girtî nine!

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî ragihand, ku ew dê li gorî destûrê reftarê bi referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê re bikin. Ceferî da zanîn ku ji bo diyalogê deriyên me ticar nehatiye girtin.

25.10.2017, Çar - 08:25

Iraq: Deriyên me ji diyalogê re girtî nine!
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku ajansa Rûdaw'ê de cih girtiye de tê gotin ku, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî roja Çarşemê 25-10-2017ê li Peymangeha Peywendiyên Navdewletî ya Moskowê gotarek pêşkeş kir û behsa giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê û ezmûna Iraqê kir.

Îbrahîm Ceferî axaftina xwe de got: “Iraq niha ji hemû deman bi hêztir e û ti caran jî ji bo dijberiya dewletekê xwe nedaye pişt dewleteke din.”

Her wiha Ceferî behsa Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê kir, ku di Destûra Iraqê de gelek maf û erk ji Kurdan re hatiye veqetandin.

Derbarê referandûma serxwebûnê de Ceferî diyar kir: “Hemû cîhan li dijî giştpirsiyê bû. Yekîtiya Ewropayê, dewletên erebî û kongreya welatên îslamî li dijî bûn lê mixabin Barzanî pêdagirî kir.”

Da xuyakirin, ku wan deriyê guftugoyan bi ser Hewlêrê de negirtiye û li gorî destûrê dê reftarê bi giştpirsiya Başûrê Kurdistanê re bikin.

Derbarê Kerkûkê û destwerdana leşkerî ya Iraqê de de Ceferî got: “Em ne çar bûn herine Kerkûkê. Kerkûk bi petrola xwe dewlemend e. Herwiha Kerkûk nexşeya Iraqê biçûk dike û hemû pêkhate û kêmîne têde ne.”

Derbarê beşdarbûna hêzên Îranê di şerê li dijî pêşmerge de Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand: “Ji bilî hêzên iraqî ti hêzeke biyanî di meydana şer de şer nake. Tenê ji bo şêwirmendiyê sûdê ji biyaniyan werdigrin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:25:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x