Iraq, parlementerên Kurd dadgeh dike

Parlamenterên Kurd ên endamên parlamentoya Iraqê di referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de deng dane, komîsyona lêkolînê dosya derbarê wan de temam kir û şand dadgehê.

23.11.2017, Per - 12:42

Iraq, parlementerên Kurd dadgeh dike
Nuçe Belav bike

Serokê Komîsyona Lêkolînê Kamîl Zeydî di daxuyaniyekê de ragihand: “Darizandina parlamenterên beşdarî referandumê bûne, ti pêşniyar derbarê betalkirinê de nîne.”

Kamîl Zeydî derbarê parlamenterên navborî de wiha got: “Diyar bû ku wan destûra bingehîn binpêkirine û me dosya derbarê wan de şandiye dadgehê. Dadgeh dê li ser wê yekê biryarê bide.”

Her wiha Zeydî diyar kir ku şandina dosyayê mijarek e, û rakirina parêzbendiya parlamenteran mijareke din cûda ye û got, heger parêzbendiya parlamenteran neyê rakirin jî her hikmê dadgehê heye.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Zeydî wiha got: “Piştî heyam qanûndanînê parêzbendiya parlamenteran radibe. Serokê Parlamentoyê dikare bêyî dengdan biryara rakirina parêzbendiyê li parlamentoyê derbas bike.”

Aliyê din Pisporê destûra bingehîn û yasayan Tariq Herb diyar kir ku piştî biryara Dadgeha Federalî rewş ber bi asayîbûnê ve diçe û got, pirsgirêk dikare bi şêweyekê were çareserkirin.

Tariq Herb herwiha anî ziman merc nîne ku her dosya bo dadgehê bê şandin kar li ser bê kirin û bal kişand li ser wê yekê ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baş dibin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:17:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x