Ji Dadgeha Federal a Iraqê biryara referandûma Kurdistan!

Dadgeha Federal a Iraqê di daxuyaniya xwe de ji bo referandûma Kurdistanê got: \"Em nikarin bêjin referandûmê Kurdistanê Destûra Bingehîn binpê kiriye.\"

02.11.2017, Per - 09:58

Ji Dadgeha Federal a Iraqê biryara referandûma Kurdistan!
Nuçe Belav bike

Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniyek ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê belav kir. Dadgehê di daxuyaniya xwe de got: \"Em nikarin bêjin referandûmê Kurdistanê Destûra Bingehîn binpê kiriye.\"

Peyvdarê Dadgeha Bilind a Federalî Îyas Samok ragihand, Dawakarên giştî pêdaçûnê di wan giliyên ku gihêştine ber destên Dadgeha Bilind a Federalî de dike, yên daxwaza biryara nedestûrîbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Herwiha dibêje: “Dadgeha Bilind a Federalî hest dike yekalîkirina wan giliyan li ser agahdarkirina aliyê din yê giliyê radiwest e, ku bi riya nûnerên Herêma Kurdistanê di Encûmena Wezîrên Iraqê de agahdarî jê re çûne, dawî agahdarî jî roja 18 Cotmehê 2017an bû.

Samok got jî, Dadgeha Bilind a Federalî nikare nêrîna xwe li ser destûrî yan nedestûrîbûna referandûmê re bide, heger ne di riya giliyên ku hatine pêşkêşkirin re be. Dadgeha Bilind a Federalî nikare pêşwext nêrîna xwe bide, heger guhdariya aliyê din neke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1754 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x