Parementarekî Iraqê li ser lîsta Komel Zana Rosteyî ji BasNewsê re ragehand ku, berî çend rojan serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû ku, dive herêma Kurdistanê bi aşkere ragehîne ku, ew pabende bi yekparçeya xaka Iraqê.
Da zanîn ku, piştî hikumeta herêma Kurdistanê bersiva Ebadî da di birgiyekê de amaje bi wê yekê tê kirin ku, rêzê ji biryara dadgeha fedrala Iraqê re digirn.
Herwiha got jî ku, bersiva hikumeta herêma Kurdistanê dibjêe rêzê jê re digrin ne pabenddibin , lewma vê yekê wiha kir ku, hin alî gotin ku, hikumeta Kurdistanê bi awayeke neraste rast dawî bi referandûmê aniye, lê ne hikumeta herêmê û ne parlamentoya Kurdistanê nikarin referandumê hilweşînin, ji ber ku, milet deng li ser daye.