Mansour: Barzanî bi referandûmê xwest yekîtiyê Kurdan ava bike

Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Renad Mansour dibêje Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne tenê li hember Hikûmeta Bexdayê, lê li hember Tirkiye, Îran, Amerîka, Brîtanya û civaka navneteweyî jî derketiye û ev referandûm pêkaniye. Bi vê yekê qumareke mezin lîst. Lê bermaberiya wê qumarê nestendin.

26.10.2017, Per - 11:01

Mansour: Barzanî bi referandûmê xwest yekîtiyê Kurdan ava bike
Nuçe Belav bike

Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Renad Mansour yê bi ser saziya lêkolînê Chatham House ve, referandûma Herêma Kurdistanê ji bo DW Tikrî nirxand. Mansour di wê baweriyê de ku Barzanî bi qûmarê lîstiye.

Mansour daye xuyakirin ku: \"Armanca bingehîn a vê referandûmê yekîtiya kurdan bû. Di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de her kêşe hebûn. 2 saln pê de komnebûna parlamentoya herêmê jî ev kêşe mezintir kirin. Barzanî xwest bi vê referandûmê rewşê baştir bike. Lê di encamê de em îro dibînin ku ne di navbera PDK û YNKê tenê de, di navbera partiyên din de jî kêşe mezintir bûne.

Mansour li ser pirsekê gavên Rûsyayê yên ku li herêma Kurdistanê avêtine jî nirxandin û weha pê de çû: \"Bi ya min di salên dawî polîtikaya Rûsya ya Rojhilata Navîn ewe ku qadên Amerîka li wan bêhezbûye dagire. Tekane armanca Rûsya ku berê xwe daye Herêma Kurdistanê jî pertol û xaza sirûştiye. Serxwebûna Herêma Kurdistanê nas nakin dixwazin bi şîrketên wekî Rosneftê çalakiyên xwe yên aborî li herêmê zêde bikin.

Mansour daye zanîn ku kurdên Iraqê bi Tirkiyê re têkiliyeke li ser baweriyê avakiribûn, bi taybet jî partiya Mesûd Barzanî PDKê. Di vê têkiliyê de berjewendiyeke aborî dîtin. Lê belê Tirkiye fêhm nekir bê çiam serxwebûn ji bo kurdan pêwiste. Tirkiye ji têkiliyên nêz yên bi Herêma Kurdistanê re feydeyan werdigre. Li gel petrol û xaza sirûştî ji bo şandina berhemên Tirkiyê û şîrketên înşaate jî bazareke mezin heye.\"

Herwiha Mansour diyar dike ku sedema ku kurdan bi rehetî referandûm pêkanîn têkiliyênd weletan yên bi wan re bûn. mînak hikûmeta Elmanya rêveberiya Iraqê paşguh kiribû û pêşmerge perwerde dikirin û çek didane wan. Lê belê ev bergiriyek bû ji bo DAIŞê. Lê belê têkoşîna li hember DAIŞê jî bi dawî dibe. Êdî pêwistî bi piştgiriyeke lezgîn namîne.\"

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:12:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x