Nêçîrvan Barzanî, biryara dadgeha Federalî yekalî ye...

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê de diaxive û diyar kir ku divê hemû madeyên destûrê werin cîbicîkirin û Bexda destûrê bin pê dike.

20.11.2017, Pts - 11:11

Nêçîrvan Barzanî, biryara dadgeha Federalî yekalî ye...
Nuçe Belav bike

Barzanî li Hewlêrê derbarê biryarê de civîneke rojnamevanî li dar xist. Tiştên sereke yên axiftina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ne:

Amerîka dixwaze Kurdistan di çarçoveya Iraqê de bihêz be. Iraqê pabendî bi destûra bingehîn nebûye. Eger Iraqê referandûm cî bi cî bikira, me referandûm nedikir. Divê Bexda hemû xalên destûrê cî bi cî bike. Ti pirsgirêka me bi destûrê re nîne. Bexda, bi tenê madeyên di berjewemdiyî wî de bicih dike. Em vê hefteyê li gel aliyên siyasî bicivin. Biryara Dadgeha Federal yekalî ye. Bêyî nûnerên Herêma Kurdistanê biryar daye Me behsa hilweşandina referandûmê nekiriye. Me tenê behsa ravekirina madeya yekê kiriye. Eger Bexda dixwaze muçeyan bide, em amade ne hemû hevkariyê bidin. Çend civîn di navbera Hêzên pêşmerge û Hêzên Iraqê de pêk hatine daku şer çênebe. Mafê gelê kurd di destûra bingehîn de hatiye diyarkirin. Ti qanûn nikare wê yekê ji holê rake. Em dê vê rewşa zehmet jî derbas bikin. Divê em yekgirtî bin. Zû yan dereng, em ê bigihêjin mafên xwe. Divê me em weke milet û aliyên siyasî li ser hinek prensiban li hev bikin. Dema derfet çê bibe em dixwazin serdana Tirkiyê bikin. Rawestandina geştên asmanî binpêkirina mafên mirovî ye. Kêşeyên heyî ji bi metodên leşkerî nayên çareserkirin divê bi siyasetê werin çareserkirin. Divê 17% ji budçeyê bo Herêma Kurdistanê were dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1431 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:55:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x