Parlementoya Kurdistan: Em biryara Dadgeha Federalî red dikin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Êminkî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku gotibû referandûm ne destûriye û divê encamên wê werin hilweşandin red kir û biryara dadgehê wekî biryarek siyasî nirxand.

22.11.2017, Çar - 10:55

Parlementoya Kurdistan: Em biryara Dadgeha Federalî red dikin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Êminkî ji bo biryara Dadgeha Federal a Iraqê got: "Biryara li ser hilweşandina referandûma Herêma Kurdistanê siyasî ye, ne destûrî ye û Parlamentoya Kurdistanê vê biryarê red dike."

Cafer Êminkî di axaftina xwe de ragihand ku dadgeh dikare destûrê şîrove bike, lê nikare qihm li ser bide. Êminkî got: "Ev dadgeh di sala 2004an de hatiye avakirin. Piştî pesendkirina destûra daîmî ya Iraqê divabû yasayeke din derketa û dadgeha federal bihata nûkirin. Mixabin ev nehat kirin û hê jî ew dadger li wir kar dikin. ji aliyê din ve gelek nakokî di navbera biryarên Serokwezîrê Iraqê Heydr Ebadî û biryarên dadgehê de hene. Bi rastî ku Ebadî qîmet bida biryara dadgehê divê li benda wê sekinîba."

Êminkî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herêma Kurdistan ev 13 sal in ji destê vê eqliyeta dagirker a Iraqê dinale. Siyaseta wan li ser eqliyeteke mezhebî dimeşe û dûrî demokrasiye ye. Em li ser bingeha demokrasiyê vegeriyan Bexdayê. Ji bo budçeyê jî me li ser ji sedî 17an li hev kir, eger serjimêrî bibe dibe ku nifûsa Herêma Kurdistanê ji sedî 22 jî derkeve. Iraq wek dewlet têk çûye. Iraq welatekî têkçûyî ye û ne demokratîk e. Eger em li Iraqê binêrin, bi tu şêweyî rengê dewletê nade."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1560 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:25:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x