Serok Barzanî: Dewleta Kurd ya Serbixwe nayê manî kirin!

Serok Barzanî di hevdîtinekê de li gel dezgeha NPR a Amerîkî dûpat kir ku, ew ji biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ne poşmane û got; "Em bendewarî nebûn ku li hemberî Herêma Kurdistan wê êriş pêkbînin."

07.11.2017, Sal - 09:00

Serok Barzanî: Dewleta Kurd ya Serbixwe nayê manî kirin!
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî ku pşitî referandûmê hevpeyvîna xwe ya cara yekem li gel radyoya Amerîkî NPR'de pêkaniye di derbarê pêvajoya referandûma Serxwebûna Kurdistanê ku 25'ê îlonê de hat lidarxistin û piştî wî pêvajoyê geşedanên ku li herêmê ru dane de daxûyaniyên girîng dan.

Axaftina xwe de Serok Barzanî amaje bi wê yekê dide ku ewayek erênî helwesta Rûsyayê dinêrin û got; "Dibe ku Rûsya ji Amerîka bêhtir dostêk baş bibe."

Barzanî li ser helwesta dawî ya Amerîka beramber Kurdistanê dema ku, rê da artêşa Iraqê êrîşê ser herêma Kurdistanê bike destnîşan kir û got, " pêwîst bû pêwendiyên Kurdan li gel Amerîka berçav bigre û rê li ber êrîşê girtiba. Li hemberî van geşedanan bêdengî mayîna Amerîka em mat man. Alîyê din Artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şabî bi çekên ku Amerîka jibo şerê dijî DAÎŞê dab3u wan li hemberî me bikaranîn. Yanê ez dikarim bibêjim ku em ê têkiliyên xwe yên li gel Amerîka ewayek micid revîze bikin."

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, helwesta Rûsya li himber referandûma serxwebûna Kurdistanê pozitîv bû.

Herwiha derbarê helwesta hikumeta Iraqê ya dujminatî , serok Barzanî got ku, pêşbînî dike ku, Iraq sînoran bigre û lê çaverê nedikir ku, ew êrîşî herêma Kurdistanê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:52:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x