Hiqûqnas û nunerên partiyên sîyasî yên Kurd biryara Dadgeha Federal a Iraqê nirxand û ragihandin ku biryara referandumê biryara gel e û tu meclîs, rêvebirî û dadgeh nikare encamên referandûmê betal bike.
Derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê û bersiva Hikûmeta Herema Kurdistanê dengveda û şiroveyên cuda tên kirin. Dadgeha Federal a Iraqê di biryara xwede gotibû ku, \"Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedanê serweriyeke temam e, ku sîstema hikûmraniyê têde komariya parlamenterî ya demokratîk e. Ev destûr, bingeha yekîtiya Iraqê ye.\" Herwiha Hikumeta Herema Kurdistanê jî bersiv da û ragihand ku ew rêzê ji vê ravekirinê re digirin lê divê cîbicîkirina hemû madeyên Destûra Iraqê bibe sedema parastine hemû maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine bicîhkirin. Daxuyanîya Hikûmeta Herema Kurdistanê ji hinek alîyan ve weke \"Gav paşavêtin\" hat şîrove kirin. Lê hiquqnas vê şîroveyê şaş dibînin. Hiquqnas û nunerên partiyên kurd biryara dadgehê û helwesta Hikûmeta Herema Kurdistanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re nirxandin.
Hiquqnas M. Emin Aktar diyar kir ku divê ev weke gav paşavêtinê neye şîrove kirin û wiha axivî: \"Ji xwe desthilatîyek hikûmetê ya gavpaş avêtinê jî tune ye. Gel bi xwe ev biryar daye û ev îradeya gel nikarin tune bihesibînin. Ji xwe pirsgirêkên hiquqî encama çûna referandûmê derxist. Tu meclis, rêvebirî û dadgeh jî nikare vê betal bike. Di vir de mijar çareserkirina pirsgirêkan ya bi müzakere û destûra bingehîn e. Dadgeha Federal ev yek nîşan daye û berpirsiyarîya destûra bingehîn bibîrxistîye.\"
Serokê Partîya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik jî biryara dadgehê rexne kir û wiha got: \"Em wek PAKê biryara Dadgeha Federal a Iraqê weke biryarek ku îradeya gele kurd tune dihesibîne dibînin. Helwesta Bexdayê ya binpêkirina mafan berê kurdan da referandûmê. Ji 144 xalên destûra bingehîn ya Iraqê 56 xal pêk nehat. Gelo Dadgeha Federal a Iraqê wê deme li ku bu? Ev biryarek yek alîye. Di xala yekemîn ya destûra bingehîn a Iraqê de dibêje ‘ev destûr bi erêkirina hemu alîyan û li gorî pêkhatina destûrê hatîye amadekirin.\' Em dibêjin referandûm û encama referandûmê jî rewa ye û tu kes nikare vê encamê tune bihesibîne. Ev biryar, biryara gelekî ye, ne ya hikûmeta Hewlêrê ye. Divê Hikûmeta Herema Kurdistanê jî ji bo rewabûna referandûmê gav ji paş ve navêje. Divê li aliyekî li gorî rewşa niha ji bo çareseriyê tevbigere û ji aliyê din ve jî ji bo rewabuna referandûmê gav paş navêje. Herdu ya bi hevre bimeşîne. Mafê Hikûmeta Herema Kurdistanê jî tune ku dev ji referandûmê berde.
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Refik Karakoç jî balkişand ser hinek xalên destura bingehîn û got: \"Ji xwe sedema pêkhatina referandûmê ew bu ku hikumeta Bexdayê berpirsîyariyên xwe yê destûra bingehin neanîcîh. Xala 140an a destûrê bingehîn ya heremên bi nîqaş weke Kerkûk bi cîh ne anîn. Ji bo wisa referanduma ku Herema Kurdistanê pêk anî li gor hiquqa navxweyî û ya navnetewî ye û ev mafên wan yê rewa ye. Dîsa berpirsîyariya destûra bingehin ya derametên petrolê bi cîh ne anîn. Ji bo parastina Kurdistanê tiştek nekirin. Dema DAIŞ êriş kir guleyek jî nedan. Ji ber wê referandum rewa û mafdare. Heger ji bo heremên bi nîqaş referandûm pêk bînin dê dîsa bikeve deste Herema Kurdistanê. Heger li gorî destûra bingehîn û çareseriyê tevbigerin tu pirsgirêk dernakeve. Êdi referandum pêk hatîye û heremên bi nîqaş jî tevlî referandumê bune. Encama referandum weke tapuyê di deste kurdan deye.\"
Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş jî diyar kir ku, \"Biryara dadgehê ne qanunî ye. Ji mafê kurdan rê digirin. Hemu kes dizane ku mafê referandûmê mafekî rewa bu. Encama referandûmê ji bo kurdan destkeftîyek mezin e. Ji xwe ji ber ku Bexdayê destûra bingehîn binpêkir û li gorî destûra bingehîn tevnegerîya referandum pêk anîn. Bexdayê mafê kurdan yên di destura bingehîn de hatîye nişandan bi cîh ne anî. Ji ber wê jî êdi kurdan nikaribun bi Bexdayê bimeşîyan û çun referandumê. Heger îro ji vî mafê xwe gav paş bi avêjin ev nayê qebulkirin. Ev mafekî rewa ye.\"