Pêkhateyên Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistan mil badan!

Pêkhateyên olî û kêmîneyên netewî wekî ku referandûma serxwebûna Kurdistanê de piştgirî kirin, hat zanîn ku roleke bi bandor jî girtine serxwe. Nûnerên olî û netewî yên ji BasNewsê re axiftin ragehandin wan li gel Kurdistanê qedera xwe kirine yek û li gel Iraqê rêyên xwe cuda kirine.

14.10.2017, Cts - 13:48

Pêkhateyên Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistan mil badan!
Nuçe Belav bike

Herwaha radigehînin ku li gel referandûma serxwebûna Kurdistanê Federasyona kêmîneyên Olî û kême netewan ava kirine û pêşeroja xwe û mafên xwe yên destûrî ne di Iraqê de di Kurdistanê de dibînin.

Baedrî ragehand, li Kurdistanê hemû kêmîneyan piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê kiriye û hemû kêmîne û ol an di referandûmê de rol û bandoreke mezin girtine serxwe û got: ‘’Li Kurdistanê kêmîne û ol ên cuda, Tirkmenan, ermenan, ereban, suryaniyan, keldaniyan, sabiyan û şebekan hemû di referandûma serxwebûna Kurdistanê de beşdarî kirin û dengê ‘’Belê’’ dan.

Li Iraqê komkujî berdewam dikin

Zêdo Baedrî ragehand, gelê Kurdistanê û pêkhateyên Kurdistanê bi daxwazên dewletê ve ji raya cîhanê ya giştî re ew daxwaz ragehandine û got: ‘’Me daxwaza xwe ya referandûmê ragehande hemû cîhanê. Eger dê sîstemeke konfederalî jî çêbe em ne li gel Iraqê, em dibêjin eger li gel Tirkiyê be dê ji bo gelên herêmê bi giştî sûdên wê baştir be. Ji ber erdnigariya me yek e, berjewendiyên me û dîroka me yek e. Li Iraqê hîn jî sunne, xirîstiyan, kurdên êzdî komkujî li ser wan tê kirin. Dema ku sala 1991ê rejîma Beis li ser me komkujî pêkanîn Îranê û Sûriyê deriyên xwe ji me re daxist. Tirkiyê deriyên xwe bo me vekir û alîkarî da. Tirkiye jî ne bi ereban re eger li gel me rêkeftin bike dê destkevtên wan zêdetir be.’’

Em dixwazin li gel Tirkiyê xwedî peyvendiyên başbin

Ji aliyê din ve serokê komeleya Suryaniyan Newzad Henna jî ji BasNewsê re ragehand, pêşketinên li herêmê jî diyar dikin Iraq xwe ji komkujiyên nû re amade dike û piştî wan pêşketinan me li gel Iraqê na, li gel Kurdistanê hereket kir. Herwaha got li gel herêma Kurdistanê protokola ku herêma Kurdistanê dê mafên kêmîne û pêkhateyan biparêze îmza kirine.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1550 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:06:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x