Balafirê şer yên Rûsya û Sûriyê QSD bombebaran kirin

Quwetên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li Dêrezorê bûne armanca êrîşeke balefirên Sûrî û Rûsî.

16.09.2017, Cts - 09:13

Balafirê şer yên Rûsya û Sûriyê QSD bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Medyaya nêzikê Quwetên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku li nêzîkî Navçeya Sînaa li rojhilatê Çemê Ferat li Dêrezorê, balefirên Sûrî û Rûsî hêzên QSDê kirine hedefa êrişeke ezmanî.

Li gorî ragihandina çavkaniya ser bi QSDê, balefirên Sûrî û Rûsî binkeyên HSDê ku şerê DAIŞê li Dêrezorê dikin, li nêzîkî navçeya Sînaa bûne armanca êrîşeke ezmanî ya balefirên Sûrî û Rûsî.

Heman çavkaniyê nîşan bi wê yekê da ku ev êrîş demjimêr 03:00ê berbangê hate encamdan. Lê heta niha zanyarî derbarê ziyanan nehatine zanîn.

Şêwirmenda serokê Sûriyê Beşar Esed Buseyna Şeiban jî duh roja înê ragihand ku ewê şerê Hêzên QSDê bikin ku Amerîka piştgiriya wan dike.

Ji aliyê xwe ve jî serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewl got ku ew rê nadin hêzên hikûmeta Sûrî ku Çemê Ferat derbas bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x