Bi dronan êrişî Moskowê hat kirin

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku Ukraynayê bi dronan êrişî paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê kir û Balafirxaneya Vnukovo ya wî bajarî bi demkî hat girtin.

01.08.2023, Sal - 07:01

Bi dronan êrişî Moskowê hat kirin
Nuçe Belav bike

Serê sibeha Îro Ukraynayê bi çend dronan êrîşî Moskowê kir û yek ji dronan li avahiyeke bazirganî ket û ziyanên madî gehandin avahiyê.

Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin diyar kir Bergiriya Asmanî ya Rûsyayê çend dron li asmanê Moskowê xistin xwarê lê dronek bi avahiyeke bazirganî ket û bû sedema ziyanên madî.

Ajansa nûçeyên Rûsya TAS jî ragihand ku Balafirxaneya Vnukovo ya li Moskowê ji ber êrişê bi demkî hat girtin û geştên wê ji bo balefirgehên din hatin veguhastin lê piştî bi dawîbûna êrîşan car din ew balafirxane hat vekirin.

Roja Şemiyê jî Ukrayna bi dronan êrişî Moskowê kiribû û Rûsyayê weke bersiv êrişî hin navçeyên Ukraynayê kiribû.

Şeva derbasbûy jî Amerîkayê jî ragihand ku ew li dijî wê yekê ku êrîş li dijî Rûsyayê di nava xaka wî welatî de pêk werin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x