Ceraha herî pîr ya Cîhanê ya 89 salî herkesî ecêbmayî dihêle

Li bajarê Rusya yê binavê Ryazan ceraha herî pîr ya bi navê Alla Ilyinichna Levushkina, ku 89 saliye û hîn jî di nexwaşxanê de erka xwe didomîne, her kesî şaşmayî dihêle.

07.02.2017, Sal - 15:51

Ceraha herî pîr ya Cîhanê ya 89 salî herkesî ecêbmayî dihêle
Nuçe Belav bike

Li bajarê Rusya yê binavê Ryazan ceraha herî pîr ya bi navê Alla Ilyinichna Levushkina, ku 89 saliye û hîn jî di nexwaşxanê de erka xwe didomîne, her kesî şaşmayî dihêle.

Ev jin pîr ku 68 salin cerahtiyê dike, rexmê vê temenê xwe yê dirêj hîna jî karbendiya xwe ya bijîşktiyê berdewam dike.

Ceraha Rusî ku tu caran ji kar ketinê nafikire, tîne ziman: ‘’ ger ez dev ji karê xwe berdim wê kê van emelyatan pêk bîne?’’ di heman demê de diyar dike ku wê ew heya nîro karê xwe berdewam bike.

Levushkina ku naha li nexweşxana dewletî ya Ryazan de bijîşktiya xwe dewam dike, ji bo xwe hespeke pêşbaziyê(yarışma) layîq dibîne,dibêje: cara yekem di emelyatê de dema ku xwîn bijiqî ser ruyê min, wê demê mamustê min ji min re got ku ‘’tu naha derbazî cerahtiyê buyî’’.’’ Ew roj ev roj e ez ji bo ku mirov bigêhêjin tendurustiya xwe pêşbazî dikim’’.

Levushkina ku heya naha ji 10 hezar emelyatan zêdetir de cîh girtiye û 1. 50 metre bejna wê ye, tîne ziman ku dema nexwaş wê di emelyatê de dibînin, ji ber temenê wê bêbawer nêz dibin. Lê bes piştî derman kirinê ew fikar û man ji holê radibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:16:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x