Erdogan serdana Rûsyayê dike û bi Putîn re dicive

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro serdana Rûsyayê dike û bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re dicive.

04.09.2023, Pts - 06:52

Erdogan serdana Rûsyayê dike û bi Putîn re dicive
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro diçe Soçiyê û ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, mijarên dualî û herêmî bi berfirehî gotûbêj bikin. Lê belê, xala rojevê ya herî girîng dê Korîdora Genim be.

Li gorî medyaya Tirkiyê, mijara sereke ya hevdîtina Erdogan û Pûtîn dê pêşniyara Pûtîn a derbarê hinardekirina genim be, ji bilî wê jî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê dê mijareke din a civînê be.

Serdana Erdogan di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja Pêncşema borî bi serdaneke fermî gihîşte Moskoyê û ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiyabû.

Piştî civînê, Fîdan di konferanseke rojnamevaniyê de got, Tirkiye dê her tiştî bike ji bo vejandina rêkeftina hinardekirina genim. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî tekez kir, divê şert û mercên Rûsyayê bên cîbicîkirin, piştre ew amade ne ku vegerin rêkeftinê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:47:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x