Erdogan û Putin îro li Soçiyê dicivin

Gelek babet di rojeva civîna Soçiyê de hene, lê belê yek ji babetên sereke bêguman Sûriye ye.

05.08.2022, Cum - 06:18

Erdogan û Putin îro li Soçiyê dicivin
Nuçe Belav bike

Li Soçiya Rûsyayê îro Erdogan û Putin dicivin. Gelek babet di rojeva civîna Soçiyê de hene, lê belê yek ji babetên sereke bêguman Sûriye ye. Tirkiyê di lûtkeya Tehranê de jî 2 hefteyan berî niha, nekarîbû Rûsya û Îranê li ser birêvebirina operasyoneke serbazî ser bi bakurê Sûriyê ve, razî bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Rûsyayê Vladmir Putin li Soçiyê hevdîtinekê pêk tînin. Erdogan, ji destpêka şerê Ukraynayê pê ve, dibe yekem serokê yek ji dewletên NATOyê, ku seredana Rûsyayê dike.

Di nav 17 rojên dawîn de Erdogan û Putin duyemîn hevdîtina xwe ya rûbirû pêk tînin. Wêneya Putin, Reîsî û Erdogan li Lûtkeya Tehranê, tûşî rexneyên beşek biçûk ya nûnerên dewletên rojavayî hatibû. Lê belê li gorî şarezayan, rojava ji pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê aciz nîne, heta dixwaze ev pêwendî berdewam bin, da ku deriyek vekirî bo wan jî, bi Rûsyayê re bimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:32:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x