Grûpa Wagner qebûl kir çalakiyên xwe yên leşkerî li Rûsyayê rawestîne

Ofîsa Serokatiya Belarûsê ragihand, grûpa Wagner razî bûye ku rewşa Rûsyayê aram bike û çalakiyên xwe yên leşkerî rawestîne.

24.06.2023, Cts - 18:06

Grûpa Wagner qebûl kir çalakiyên xwe yên leşkerî li Rûsyayê rawestîne
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko, grûpa Wagner pêşniyara Lukaşenko ya rawestandina çalakiyên xwe yên leşkerî li Rûsyayê qebûl kiriye.

Ofîsa serokê Belarûsê ragihand, çend pêşniyar ji bo rawestandina şer di navbera Rûsya û grûpa Wagner de hatine kirin.

Di vê derbarê de, Fermandarê Koma Wagner Yevgeny Prigojin diyar kir, wî pêşniyara rawestandina pêşveçûna ber bi Moskoyê ve qebûl kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x