Hevdîtinên Tirkiye û Sûriyê: Aliyan li ser berdewamkirina şêwirê li hev kirin

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye; Di hevdîtinên du-rojî yên li Moskowê de ku îro bi dawî bûn, li hev kirin ku li ser "şêwiran" berdewam bikin.Li gorî çavkaniyên dîplomatîk Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriye; Di hevdîtinên du-rojî yên li Moskowê de ku îro bi dawî bûn, li hev kirin ku li ser "şêwiran" berdewam bikin.

04.04.2023, Sal - 17:32

Hevdîtinên Tirkiye û Sûriyê: Aliyan li ser berdewamkirina şêwirê li hev kirin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên han eşkere kirin ku di civîna li ser asta cîgirên wezîrên derve de, aliyan behsa amadekariyên civîna bê ya wezîrên derve kirin.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtinan de aliyan "bi awayekî zelal û eşkere" helwest û nêrînên xwe anîn ziman.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Ayman Sûsan, Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Asgar Hacî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov beşdarî civîna çaralî bûn.

Civîna ku di 15-16ê Adarê de li ser asta wezîrên derve bihat lidarxistin hatibû paşxistin.

Her wiha di derbarê paşxistina civînê de, parlamenterê Sûriyê Elî Odeh El Cadan ji Rûdawê re got, “Beriya civîna li ser asta wezîrên derve, weke gava yekem pêwîst e li ser çend xalan li hev bikin. Divê hêzên Tirkiyê bi temamî ji axa Rojava û Bakurê Sûriyê vekişe û ev ax radestî Artêşa Sûriyê ya Ereb were kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:58:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x