Ji Rûsya derbarê sere Kerkûkê de daxuyanî...

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov derbarê sere Kerkûkê ku artêşa Iraqê da destpêkirin de daxuyanî da.

16.10.2017, Pts - 10:53

Ji Rûsya derbarê sere Kerkûkê de daxuyanî...
Nuçe Belav bike

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov derbarê sere Kerkûkê ku artêşa Iraqê da destpêkirin de daxuyanî da û tê de diyar kir ku pirsgirekên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de divê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin û yekîtiya axa Iraqê were parastin.

Peskov bersiv da pirsa derbarê gelo Rûsya navbeynkariya bo sere Kerkûkê bike an ne da û got: \"Moskow piştgiriya têkiliyên baş bi Iraqê dike. Bazirganiyeke baş ya me bi Iraqê re heye. Divê navberî de têkiliyên me yên dostane ya dîrokî bi kurdan heye. Rûsya girîngiyê dide têkiliyên bi Kurdistanê û Iraqê re.\"

\'DIVÊ RÊZ LI MAFÊ KURDAN WERE GIRTIN\'

\"Peskov destnîşan kir ku Rûsya li aliyê çareseriya rêyên aştiyane û bi rêyên dîplomatîk li gor esasa yekîtiya axa Iraqê pirsgirekên di navbera Kurdistanê û Iraqê de werin çareserkirin û divê rêz li berjewendî û mafên rewa yên kurdan bên girtin.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1660 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x