Ji Rûsyayê bo êrişên Tirkiye: Em bi endîşe ne

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna xwe ya heftane de derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Çiyayê Şingal û Qereçoxê axivî û got ew bi endîşe ne.

27.04.2017, Per - 14:26

Ji Rûsyayê bo êrişên Tirkiye: Em bi endîşe ne
Nuçe Belav bike

Zaxarova derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Çiyayê Şingal ya Herêma Kurdistanê û Çiyayê Qereçoxa Rojava de axivî û got: "Moskowa ji êrişa Tirkiyeyê ya li dijî hêzên kurd bi endîşe ye."

Zaxarova di dewama axaftina xwe de dibêje:" Ji ber tiştên ku Enqereyê kirin em bi endîşe ne. Hêzên kurd hêzên herî xurt yên ku niha li rojavayê bakurê Sûriyeyê li dijî terorîstan şer dikin. Li gorî baweriya me ger DYa li baregeha Şayratê nedaya, Tirkiye wê nikarîbûya niha van êrişan bikirana. Divê kiryarên keyfî yên li ser axa Sûriyeyê êdî bên rawestandin."

Zaxarova di dewama axaftina xwe de êrişa Îsraîlê ya nêzî balafirgeha Şamê jî şermezar dikin û got: "Moskow tevgerên êrişkar yên li dijî Sûriyeyê şermezar dike, ev tevger nayên qebûlkirin û cihê wan di hiqûqa navnetewî de jî tune ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x