Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê mirina Prigojin piştrast kir

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê piştrast kir ku damezrînerê Grûpa Wagnerê Yevgeny Prigojin di firokeya taybet a ku li herêma Tverê ketibû xwarê de canê xwe ji dest daye.

27.08.2023, Paz - 15:41

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê mirina Prigojin piştrast kir
Nuçe Belav bike

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku testên genetîka molekuler a ji bo tesbîtkirina nasnameya kesên ji ber ketina firokeyê mirin, temam bûn

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, nasnameya 10 kesên mirin hatiye tesbîtkirin.

Li gor daxuyaniyê encam wekî lîsteya rêwiyan e ku di 23yê Tebaxê de hatibû weşandin.

Ajansa Veguhestina Asîmanî ya Federal a Rûsyayê 23yê Tebaxê ragihandibû ku firokeya taybet a Prigojin jî tê de ye li Tverê ket xwarê û di encamê de 10 kes mirin.

Li gorî daxuyaniyê, di lîsteya rêwiyên balafirê de tevî Prigojin û alîkarê wî Dmitriy Utkin, kesên wekî Sergey Propustin, Yevgeniy Makaryan, Aleksandr Totmin, Valeriy Çekalov, Nikolay Matuseyev, Aleksey Levşin, Rustam Karimov û Kristina Raspopova hebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:17:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x