Lavrov: HSD û DAİŞê li hev kirin

Wezîrê Karê Derve ye Rûsyayê aşkera kir ku di destê wan de belge hene ku HSD û DAİŞê li hev kirine.

01.06.2017, Per - 06:14

Lavrov: HSD û DAİŞê li hev kirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karê Derve ye Rûsyayê Sergey Lavrov got beyana ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daye, rast e. Raste ku DAİŞ ji bo Raqqayê derê, bi YPG ê û HSD ê re li hev kirine û ev agahî ji çavkaniyeke baweriyê hatiye gotin. Wêdetir jî Lavrov got ku piştî belavbûna agahiyan, terorîstên DAİŞ ê ji Raqqayê derketine û ber bi Palmîrayê ve hereket ketine.Li ser van agahiyên yekser Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li terorîstan xistiye.

Lavrov got ku ew çekdarên DAİŞ ê li ku derê bibînin wê li wan bidin. Çekdarên wan, baregehên wan, kampên wan yên perwerdeyê hedefên hêzên Rûsyayê ne.

Lavrov beyan kir ku di mijara koordinasyona nav hêzên hevpeyman de kêmasiyên mezin hene. Li gor nûçeya Sputnika Rûsyayê Lavrov gotiye ku temsîlkarên siyasî yên Kurdên Sûriyê nehatine dawetkirin bo hevdîtinên Cenevreyê û hinek beşdarvan rê li ber wan girtine. Bê Kurdan nabe ku mirov li dijî terorê têbikoşe û li ser sîstema makezagoniya Sûriyê şêwrê bike.

Li gor çavkaniyeke Wezareta Parastina Rûsyayê ku peyam daye Sputnîkê dibêje Kurd korîdoreke bi ewle ji DAİŞ ê re vekirin da bê pirsgirêk ji Raqayê derên lê Hêzên Hewayî yên Rûsyayê nehiştin ev manewra çêbibe. Di êrîşê de 132 makîne hatin îmha kirin. Ji 120 terorîstan zêdetir hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:47:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x