Maria Zakharova: Pêwendiyên me û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hene

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê eşkere kir ku pêwendiyên wan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hene.

26.12.2024, Per - 10:50

Maria Zakharova: Pêwendiyên me û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hene
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser Sûriyeyê bersivand.

“Rûsya dê pêwendiyên xwe bidomîne”

Maria Zakharovayê li ser pêwendiyên Rûsyayên yên bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re got:

“Me çend caran gotiye ku Rûsya dê pêwendiyên xwe yên bi hemû hêzên siyasî û hikûmeta demkî re bidomîne.

Bi ya min şaşfêhmkirinek çêbûye yan jî nûçeyên xelet hatine ber destê we.

Rûsyayê li Sûriyeyê hebûna xwe ya dîplomatîk neguhertiye.

Balyozxaneya me ti demê karên xwe yên li Şamê ranewestandine û karên xwe domandine.

Balyozxaneya me bi temamî karên xwe didomîne.”

Desthilata Beşar Esed 8ê vê mehê rûxiya û Heyeta Tehrîr El Şamê hikûmet xist bin kontrola xwe.

Niha li Sûriyeyê hikûmeteke demkî hatiye avakirin û li gorî planê dê heta Adara 2025an ev hikûmet li ser kar be.

 

Vî nûçeyê tevayî: 455 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x