Opoziyonê Sûriyê diçe Astanayê

Medyaya ser bi dijbereya Sûriyê ragihand ku dijbereya Sûriyê bi şandeke leşkerî ya teknîkî îro roja Çarşemê 15.03.2017 beşdariyê di hevdîtinên Astana-3yê de dike.

15.03.2017, Çar - 09:01

 Opoziyonê Sûriyê diçe Astanayê
Nuçe Belav bike

Dijbereya sûrî bi şandeke teknîkî beşdariyê di hevdîtinên Astana-3yê de dike.

Medyaya ser bi dijbereya Sûriyê ragihand ku dijbereya Sûriyê bi şandeke leşkerî ya teknîkî îro roja Çarşemê 15.03.2017 beşdariyê di hevdîtinên Astana-3yê de dike.

Berê jî Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan Mihemed Elûş ragihandibû ku ew danûstandinên Astana-3yê baykot dikin. Ew jî bi behaneya helwestên Rûsya û binpêkirinên ku ji aliyê hikûmeta Sûrî ve dibin, li gorî ragihandina Elûş.

Elûş di çend twîttên xwe de behsa helwesta Rûsyayê kir ku ew sozan li ser maseya danûstandinan dide, lê di meydanê de serbaz û efserên xwe dişîne ji bo gefan li Sûriyan bixwin.

Elûş biryara baykotkirina xwe bi berdewamiya koçberkirin, dorpêç û bordûmanê ve girêda, ku ji aliyê hikûmeta sûrî ve dibin.

Bi berevajî biryara beşdarbûna wan a îro Çarşemê li Astana-3yê, berdevkê opozisyonê Usama Ebûzê roja Duşemê ragihandibû ku ew naçine hevdîtinên Astana-3yê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:12:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x