Putin: Enflasyona cîhanê ne ji ber şerê Ukraynayê y

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja înê 17ê Hezîrana 2022yan li Foruma Aboriya Cîhanî ya St. Petersburg, welatên rojava weke sedema bilindbûna enflasyona aboriyê tohmetbar kir.

18.06.2022, Cts - 07:39

Putin: Enflasyona cîhanê ne ji ber şerê Ukraynayê y
Nuçe Belav bike

Vladimir Putin di forumê de got: “Operasyona serbazî ya Rûsyayê ya li Donbasê nebûye sedema enflasyona aboriyê, welatên rojava ji bo nixumandina xeletiyên xwe, vê rewşê di berjewendiya xwe de bi kar tînin.”

Putin diyar kir: “Şaşiya sîstematîk di siyaseta aboriya îdarî ya niha ya Amerîkayê û brokrasiya Ewropayê de bûye sedema giranî, enflasyona aborî, kêşeya xurek û bilindbûna bihayê benzînê.”

Serokê Rûsyayê herwiha got: “Welatên rojava operasyona serbazî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê dikin hinceta şaşiyên hîsabên xwe, ev operasyon bûye mertala hincetê ji bo wan.”

Hêjayî gotinê ye ku di nava du hefteyên borî de bihayê benzînê li piraniya welatan cardin bilind bû, bi taybetî li Amerîkayê û welatên Ewropayê, di heman demê de Brîtanyayê pêşbînî kir ku îsal enflasyon rêjeya ji sedî 11 derbas bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 450 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x