Putîn: Ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin

erokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got, “Grûpa Wagner serî hildaye û dixwaze Rûsyayê ber bi şerê navxweyî ve bibe.” û lê zêde kir, “Li Moskowê ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin.”

24.06.2023, Cts - 09:58

Putîn: Ji bo têkoşîna li dijî terorê rewşa awarte hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku grûpa çekdarî ya Wagner şer li dijî artêşa Rûsyayê ragihand îro Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an daxuyaniyek da.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya tund de çalakiya grûpa çekdarî ya Wagnerê wekî "serhildana çekdarî" bi nav kir.

Pûtîn got, “Em ê destûrê nedin ku Rûsya careke din parçe bibe. Em ê gelê xwe biparêzin.”

Pûtîn çalakiya Wagnerê weke hewldana parçekirina civakê û anî ziman, “Şervanên Wagner ên li herêma operasyonên taybet ên leşkerî şer dikin qehreman in. Yên ku dest bi serhildanê kirin îxanet li wan kirin.”

Pûtîn got, “Rewşa Rostov-don-Donê tevlihev e. Xebatên saziyên dewletê hatine astengkirin lê dê gavên aramiyê bên avêtin. Kiryarên ku yekîtiya me perçe dikin, di rastiyê de îxaneta li gelê me, li hevalên me yên çekdar ên ku niha li ber xwe didin e.”

Serokê Rûsyayê Pûtîn her wiha got, “Em têkoşîna xwe didomînin. Dîroka me ya hezar salan heye û niha dîroka me tê avakirin. Divê em bibin yek. Niha ti tişt ne girîng e. Dijminên me hewl didin yekîtiya me ji hev bixin. Leşkerên me ji bo me niha li ser pêyan in.”

Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de gotinên tundtir kirin û got, “Îro em amade ne ku bi her awayî dewleta xwe biparêzin. Xiyanet e. Em dixwazin niha piştgiriyê bidin leşkerên xwe. Niha di nav hêzên Wagner de xayîn hene. Serhildana çekdarî û her serhildaneke navxweyî derbeyek e li Rûsyayê, li gelê me. Em ê cezaya vê bidin. Ceza dê giran be.”

“Ji vê xeletiyê vegerin”

Pûtîn her wiha bang li grûpa çekdarî ya Wagner kir û got, “Hem li ber qanûnê hem jî li pêşberî welatiyan dê bên cezakirin. Ez ê wekî welatiyekî Rûsyayê tiştê ku ji destê min tê bikim. Her kesê ku çeka xwe li dijî gelê me rabike wê bê cezakirin. Ji vê xeletiyê vegerin û vê tawanê nekin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x