Putin: Pêwendiyek me ya dîrokî ligel gelê Kurd heye

Serokê Rûsyayê tekez dike pêwendiyeke wan ya gelekî baş û dîrokî ligel gelê kurd heye.

30.11.2019, Cts - 07:41

Putin: Pêwendiyek me ya dîrokî ligel gelê Kurd heye
Nuçe Belav bike

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ragihand, Kurdên bakurê rojhilatê Sûriyê serederiyeke baş ligel polîsên serbazî yên Rûsyayê dikin, û ew hêz jî, ji bo parastina wan li wê deverê ne û xelkê deverê, vê rastiyê dizan in, ku artêşa Rûsyayê ji bo parastina wan hatiye.

Herweha Putin got, ku encamên liser sînorê Sûriyê û Tirkiyê pêkhatin e, bi piştevaniya Kurdan hatiye kirin û ev yek jî, di berjewendiya wan de ye. Xelkê wê deverê di vê yekê de tê digihin û serederiyeke baş ligel wan dikin. Serokê Rûsyayê tekez kir, ku pêwendiyek wan a gelekî baş û dîrokî ligel gelê Kurd heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 927 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:26:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x