Pûtîn rêya çareseriya Pirsa Kurd nîşan da

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser Pirsa Kurd diyar kir

28.10.2022, Cum - 14:58

Pûtîn rêya çareseriya Pirsa Kurd nîşan da
Nuçe Belav bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser Pirsa Kurd diyar kir, dema ku di berjewendiyan de dengeyek çê bibe dê cîhan û gelê Kurd jî aramiyê bibînin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an, di Korbenda Aborî ya Valda de li Moskowê li ser Pirsa Kurd got, “Li ser mijara Kurd min çend caran gotiye, ne tenê li ser Kurdan û gelê Kurd, divê em li ser hemû miletên cîhanê dengeya berjewendiyan çêbikin. Tenê dema ku dengeya berjewendiyan çê bibe wê cîhan aram bibe. Heman tişt ji bo gelê Rûs û gelê Kurd jî wisa ye.”

Pûtîn ev axavtin ji bo bersiva pirseke Mihemed Îhsan kir ku di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Berpirsê Dîtin, Kolandin û Vegerandina gorên komî ji çolên başûrê Iraqê kir, “Sernavê konferansê 'Cîhana Piştî-Hegemonyayê: Dad û Ewlehî Ji bo Her Kesî ' ye. Bi nêrîna we Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dê di paşerojê de bibin xwedî ewlehî û dadmendiyeke zêdetir?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x